Kavak: Em ketina hewila mezinkirina darê

Yek ji namzetên ciwan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Yagmûr Kavak diyar kir ku ew li hemberî “Tifaqa Talîbanê” têkoşînê di binê darê de didomînin û hewl didin darê mezin bikin.

Ciwanên ku li ser banga Meclîsên Ciwanan ên Partiya Çepên Kesk li Kadikoya Stenbolê li hev civiyan, bi namzetên parlementeriyê yên herêma 1’emîn Hakan Ozturk û Dêrsim Dag re kom bûn.

Ciwanên ku hem bi namzetên partlementeriyê re hem jî di nava xwe de hêviyên xwe yên derbarê hilbijartinê de nîqaş kirin, piştre li Kadikoyê belavok belav kirin. Namzeta Herêma 1’emîn Stenbolê parêzer Yagmûr Kavak a beşdarî hevdîtina ciwanan bû, ji ANF’ê re axivî.

‘TIŞTÊN KU ANÎN SERÊ CIWANAN WÊ BI DAWÎ BIBE’

Endama OHD û ÇHD’ê parêzer Yagmûr Kavak ku li ser mafên mirovan bi taybet binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dixebite, wiha got: “Hilbijartin ji bo me ne çareya dawîn e. Têkoşîna me her tim li her qadê bidome. Em di hilbijartineke welê de ne ku her tiştê AKP’ê aniye ser ciwanan dibe bi dawî bibe. Ji ber vê yekê ev hilbijartin ji bo me girîng e.”

 ‘TIFAQA TALÎBANÊ’

Kavak diyar kir ku pêvajoya ku bi vekişîna ji Peymana Stenbolê dest pê kir, bi taybetî ji bo ciwanan veguherî “Tifaqa Talîbanê” û wiha berdewam kir: “Em li dijî zîhniyeteke wiha têdikoşin. Karkerên ku kaxiz berhev dikin, di 1’ê Gulanê de li ser pankartan nivîsîbûn ‘Ev şerê hîlekar û kaxizfiroşan e’. Pirsgirêka me ev e. Bi rastî jî ev hilbijartin şerê hîlekar û ciwanên ku ji cih û warên xwe bûne, neçarî xizaniyê hatine hiştin, nikarin pîşeyên xwe bikin e. Ji xwe darek me hebû, her çiqas pelên wê darê hinek hilweşiyabin jî, ev dar heman dar e. Koka wê heman e. Em hîna di bin siya heman darê de ne. Em hewl didin wê darê bi ciwan û jinên ciwan re mezin bikin. Em ê helbet di dawî de wê darê şîn bikin.”

‘GEL JI BINPÊKIRINÊN MAFAN BÊZAR BÛ’

Kavak, qala bendewariyên gel ên ji xebatên wan kir û ev tişt parve kir: “Li sancaktepeyê xaltîkek ji pencereya mala xwe derket û wiha bang li me kir, ‘Ez pir ji we aciz im. Ez êdî ji we hez nakim’. Me got çima, ew jî got, ‘We hîna Demîrtaşê rizgar nekir.’  Dîsa ev tişt li standa Uskudarê jî pir hat serê me. Dîsa xaltîkên temên mezin hatin vir û gotin, ‘Edî Selo derxin.’ Gel ji bêhiqûqiyê bêzar bûye. Ev her çiqas bi Demîrtaşê re bûbe yek jî, sîsileya binpêkirina mafan ku pê re yek bûye heye. Polîtîkaya înkar û îmhayê heye. Ev hemû êdî di aliyê gel de dibe helwest.”